NAVENDA NÛÇEYAN – Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Şîrîn Kocakaya yên YPS’ê di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxuriyê” de otoparkek, 3 wesayit û qemyonek şewitandin.
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hate dayin:
“14’ê Cotmehê li taxa Gursel a navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê otoparka şexsên faşîst a li Tumleçê hate şewitandin. Di encama çalakiyê de dorseyên qemyonê û kulûbeyek li nava otoparkê hatin şewitandin.
13’ê Cotmehê li navçeya Kagithane 3 taksî û qemyoneke faşîstan hatin şewtiandin.”