BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî cezayê îdamê ku hikumeta Başûr bi îdîaya ku berpirsyarê MÎT’ê kuştine li 2 ciwanên Kurd biriye, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi îdîaya ku 17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêrê li restoranteke bi navê Hokkabaz berpirsyarê MÎT’ê kuştine, bi dadgeheke riyalî cezayê îdamê li du ciwanên Kurd hatiye birîn.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
Ji bo dilê Tirkiyeyê xweş bike, dadgeheke li Başûrê Kurdistanê bi fermanê rûniştinên dozê di demeke kurt de bi encam kir. Bi vî rengî hate îlankirin ku kuştina endamên MÎT’ê yên ji bo kuştina siyasetmedar û şoreşgerên Kurd ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatine şandin, sûcê herî mezin e. Ev kujer ji bo komkujiyan plan bike hatibû Başûrê Kurdistanê û di bin parastina hikumeta Başûr de dixebitî. Ji xwe hîn nehatiye zelalkirin ku ciwanan ev kujer kuştine yan na; eger kuştibin jî çima kuştine, diyar nebûye. Lê belê, daxwaza her ciwanekî Kurd a ji bo kuştina kujerên Kurdan, ne rewşeke neçê ye. Bi taybetî eger kujerên bi vî rengî bi hêsanî bijîn û bi din parastinê de li Kurdistanê bi hêsanî bigere, ev yek wê ji bo ciwanên Kurd bibe sedemeke tehrîkkirinê. Lewma eger van ciwanan ew kuştibin jî ji bo gelê Kurd û raya giştî ya Kurd, birîna cezayê îdamê li van ciwanan nayê qebûlkirin. Bi taybetî yên ku bi navê gelê Kurd erka dadgeriyê bi kar tînin ne dikarin biryareke bi vî rengî bidin ne jî dikarin mohra xwe deynin binê biryareke wiha. Lewma birîna cezayê îdamê li van her du ciwanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd êşandiye û bûye sedem ku nerazîbûnê nîşan bidin.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Beriya her tiştî ev kesê ku hatiye kuştin hikumeta Başûrê Kurdistanê xapandiye. Ji bo şoreşger û siyasetmedarên Kurd bikuje, bi nasnameya dîplomatîk agahî kom dikir, karê kuştinê dimeşand. Endamê Konseya Serokatiya Giştî Diyar Xerîb (Helmet) di encama karekî wiha de şehîd hate xistin. Piştre li Silêmaniyeyê hevalê me Demhat ê karê dîplomasiyê dikir û hevalê me Cemîl ê ku di şer de lingekî xwe winda kiribû û di karên tenduristiyê de dixebitî, bi îstîxbarata şebekeyên bi vî rengî yên kuştinê hatin qetilkirin. Kesê ku li Hewlêrê hate kuştin, ji bo komkujiyên bi vî rengî bike di bin destnedana konsolosxaneyê de dixebitî û li dijî qanûnên Başûrê Kurdistanê sûc dikir. Sûcê kuştina Kurdan bi derfetên Kurdan dikir.
Li dijî vê şebekeya sûc a ku qanûn, hiqûq, pîvan û nirxên mirovahiyê nas nakin, komek ji ciwanên Kurd bi hestên welatparêziyê, bi hêrsa li dijî dijmin çalakî kiribin, ev yek ji bo gelê Kurdistanê tenê cihê kêfxweşiyê ye. Gelê Kurdistanê serbilind û bi rûmet e ji ber ku xwedî ciwanên bi vî rengî ye. Her Kurdek bi vî rengî nêzî bûyereke bi vî rengî dibe.
BIRÎNA CEZAYÊ ÎDAMÊ LI VAN CIWANAN, JI BILÎ KÊFXWEŞKIRINA TIRKIYEYÊ BI KÊRÎ TIŞTEKÎ DIN NAYÊ
Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd me hîn ji roja destpêkê ve ragihand ku ti eleqeya me bi vê çalakiyê re nîne. Ji ber ku ciwanên tê îdîakirin ku çalakî kirine ji Bakurê Kurdistanê ne, hewl dan ku bi tevgera me re eleqedar bikin, ku ev nêzîkatî ji aliyê ti Kurdê biaqil ve nayê qebûlkirin. Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî birîna cezayê îdamê di demeke kurt de li van ciwanan, ji bilî kêfxweşkirina Tirkiyeyê îzahata wê nîne. Diyare ku yekemcar di dîrokê de rêveberiyeke Kurd ji ber sedemên siyasî cezayê îdamê li du ciwanên Kurd dibire.
Sûcdarekî ku di bin navê karên dîplomatîk de li Başûrê Kurdistanê ji bo kuştina siyasetmedar û şoreşgerên Kurd dixebitî, nepêkane ku weke şexsekî ji aliyê qanûnekê ve bê parastin. Yekî îllegal e û bi rengekî veşartî li dijî siyasetmedarên Kurd planên sûîqestê amade dikir û bi cih dianî. Lewma endamekî çalak ê hêzeke dijminê Kurdan bû. Kuştina yekî bi vî rengî ji aliyê du ciwanên welatparêz ve, divê weke kuştina kujerekî bê dîtin ku ji bo kuştin û komkujiyê xaka Kurdistanê bi kar dianî. Lewma birîna cezayê îdamê li aliyekî, nabe ku cezayê çend mehan li van her du ciwanan bê birîn.
HER DU CIWAN DIVÊ TAVILÊ BÊN BERDAN
Ji bo gelê Kurd, her du ciwan li gorî pîvanên hiqûqa şer divê tavilê bên berdan. Bicihanîna cezayê îdamê wê were wateya normalkirina kiryarên vî kujerê rayedarê MÎT’ê, wê bê wateya rewakirina cezayê îdamê. Hestên welatparêziyê û wijdanê mezin ê gelê Kurd vê yekê teqez qebûl nake. Lewma rêveberiya Başûrê Kurdistanê, saziya pêwendîdar an jî dadgeh divê tavilê van her du ciwanan berde.
Ji aliyê ti Kurdekî ve nayê qebûlkirin ku rêveberiyeke Kurd biryara îdamê bide du ciwanên Kurd, divê neyê qebûlkirin. Her du ciwanên Kurd tenê rojekê jî ji ber sedemên siyasî di bin gefa îdamê de girtî bimîne, ev yek wê rencîdekirina wijdanê raya giştî û gelê Kurd be. Ev yek wê were wateya bicihanîna daxwaza dewletekê ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, wê ji aliyê gelê Kured ve bi ti awayî neyê qebûlkirin.
LI DIJÎ VÊ BIRYARÊ BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ
Banga malbatên van her du ciwanan, banga li gelê Kurd û raya giştî ya Kurd e ku van ciwanan bidin berdan. Ji ber vê eykê gelê Kurd, saziyên demokratîk ên Kurd, siyasetmedar û rewşenbîrên ku wijdanê gelê Kurd in; siyasetmedarên ku îradeya welatparêz a Kurd temsîl dikin, li dijî vê biryara ku wê di dîroka siyasî ya Kurd de birîneke nekewe çêbike, ji bo berdana her du ciwanên Kurd divê bikevin nava liv û tevgerê.
Divê parçeyek ji pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re dem dema azadiyê ye’, helwest û hewldana ji bo berdana van ciwanan be.
Eger bi navê kêfxweşkirina dewleta Tirk, PDK bikeve nava hewldaneke bi vî rengî wê ev yek ji bo wan bibe rewşeke ji şaşitiyeke dîrokî, lewma helwesta herî rast berdana her du ciwanên Kurd e.
Nepêkane ku em biryareke bi vî rengî qebûl bikin. Em zanin ku hêzên siyasî yên Kurd, di serî de gelê Başûrê Kurdistanê tevahiya gelê Kurd û raya giştî ya Kurd wê vê qebûl neke, em bang li her kesî dikin ku ji bo ev her du ciwan tavilê bigihêjin malbatên xwe, her kes bi berpirsyarî tevbigerin.”