AMED – Li qada bejahî ya navçeya Pasûrê ya Amedê doh nîvro bi destê Polîsên Tevgera Taybet şewat derket.
Şewata li herêmê mezin bû û şêniyên herêmê xwestin vemirînin, lê belê polîsan nehiştin. Kesekî ku li herêma şewatê heywanên xwe diçêrand, ji ber şewatê nerazîbûn nîşan da, lê polîsan lê dan.
Şewata ku şênî hewl didin bi derfetên xwe vemirîne, dewam dike.