PDK’ê îxaneta xwe dewam dike: Vê carê hêzên xwe şand Garê!

PDK'ê hêzeke xwe ya taybet şand herêma Garê û bi çêkirina çeper û baregehên nû li pey provokasyoneke nû ye.

Li gorî nûçeya RojNewsê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên herêmî, PDK ji doh ve hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzanî ye sewqê bajarokê Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Akrê ya Dihokê dike. Her wiha hate îddîa kirin PDK’ê çekdarên xwe yên bi navê ‘pêşmergeyên Roj’ jî li gel hêza taybet a Gulan birine herêmê.

Li gorî heman çavkaniyan, hêza Gulan yekser ser bi Mesrûr Barzanî ve ye û ji ber ku pêşmergeyan nexwestine derbasî herêmên di bin kontrola gerîla de bibin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet şandiye herêmê.

Li gorî çavkaniyên herêmî gelek wesayîtên leşkerî yên bêplaqe, çekên giran, wesayîtên taybet ên sivîl derbasê herêmê bûne û li gundên Melkê, Dosteka, Gîsê, girê Dînartê, girê Mezrînganê, girê Navxoş, girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikeve herêma eşîreta Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.

Ev liv û tevgera leşkerî her wiha bi dîmenan jî hate nîşandan.

Bajarokê Dînartê û deşta Nehlê weke îdarî ser bi navçeya Akrê ya girêdayî parêzgeha Dihokê ye. Lê weke herêm dikeve nêzî çiyayê Garê ku weke herêma gerîla jî tê nasîn.

Nivîsa Pêş