NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sakîne Cansiz û Şehîd Nûman Amed bi daxuyaniyekê ragihandin ku li dijî leşker, polîs û firoşkarên narkotîkê hin çalakî kirine.
Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayin:
“AMED
24’ê Cotmehê li navçeya Farqînê ya Amedê lit axa Mescîtê bi kemînekê li dijî wesayita polîsan a li dewriyeyê digeriyan û polîsên dijmin bi çekên ferdî û teqemeniyan çalakî hate lidarxistin.
22’ê Cotmehê li navçeya Farqînê ya Amedê firoşkarên narkotîkê û kesên fûhûş didan kirin ji aliyê yekîneyên me ve hatin cezakirin.
23’ê Cotmehê li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li dijî wesayita personelê sivîl çalakî hate kirin.
ÊLIH
21’ê Cotmehê li herêma pîşesaziyê ya Êlihê li li dijî kargeheke alîgirê AKP’ê çalakiya sabotajê hate kirin, kargehê xisar dît.
21’ê Cotmehê li heman herêmê li dijî TIR a nokerekî AKP’ê tevî malzemeyên tê de bi çalakiya sabotajê hate şewitandin.
23’ê Cotmehê li navenda Êlihê li dijî Mîgrosê û sîtema elektrîkê ya AVM’ê çalakiya sabotajê hate kirin, şewat derket û klîmayên AVM’ê xisar dîtin.
STENBOL
21’ê Cotmehê li navçeya Kartalê ya Stenbolê li dijî wesayitên karmendên bi pere yê faşîzmê çalakî hate lidarxistin, di encamê de sê wesayit hatin şewitandin.
22’ê Cotmehê li Bagcilar a Stenbolê atolyeyeke tekstîlê ya MHP’iyekî û firoşkarê narkotîkê yê faşîzmê hatin şewitandin.
24’ê Cotmehê Li Sîlîvrî ya Stenbolê trafoyekî îdareya elektîkê û wesayiteke tîma arizeyê hatin şewitandin.
MERSÎN
22’ê Cotmehê li dijî avahiya xizmetê ya karmendiya Daîreya Bacê ya Mersînê çalakiya sabotajê hate kirin.
WAN
24’ê Cotmehê li navbera Wan û Payîzavayê stasyona bazê hate şewitandin.”