NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, piştî ku Yekîneyên Gulan ên girêdayî Mesrûr Barzanî xwestin li herêma Garê, yek ji Herêmên Parastinê yên Medyayê, nuqteyek kontrolê ava bikin gerîlayan hişyarî dan.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî stendin, gerîlayên HPG û YJA-Star di dema êrîşên dagirkirinê yên li dijî herêmên Parastina Medya de Yekîneyên girêdayî Mesrûr Barzanî ji herêma Garê re dihatin şandin Yekîneyên Gulan ên dixwestin li herêma Deşta Nahlê noqteyek avabikin ew hişyar kirin.