NAVENDA NÛÇEYAN – Malperên tevna civakî, dîmenên xwepêşandanê li Serêkaniyê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, li dijî Fransayê parve kirin. Di xwepêşandanê de ala çeteyên DAIŞ’ê eşkere hatiya hildan. Ev yek îsbat dike ku çeteyên DAIŞ’ê li Serêkaniyê hene.
Ajansa me û gelek dezgehên ragihandinê gelek nûçeyên girêdayî hebûna çeteyên DAIŞ’ê li Serêkaniyê û Girê Spî weşandibûn, bi taybetî di dema êrişên Tirkiya ya dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an dest pê kiribûn.