QAMİŞLO – Şehîd Bêrîtan Hêvî di 25’ê Cotmeha 1992’yan de çalakiyek di şerê berxwedanê ya li dijî îxanet û ajanên Kurd de li herêma Xakurkê pêk anî. Bêrîtan Hêvî heta dawiya guleya xwe şer kir û li ber xwe da. Piştî gule û cebilxaneya wê nema û da ku nekeve destê ajan û îxanetkaran xwe ji ser zinaran de avêt û şehîd bû. Bi vê boneyê rêzecivînên bîranîna têkoşer Bêrîtan Hêvî li gelek herêmên Rojavayê Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin organîzekirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star li bajarê Qamişlo, li bexçê DIRIM LAND ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan çalakiyek li darxistin, bi deqeyek rêzgirtin hate dest pêkirin. Pişt re sinvizyon derbarê jiyana Şehîd Bêrîtan û Şehadeta wê de hate pêşandan.