NAVENDA NÛÇEYAN – Lîderê eşîra El Şiêtat a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêra Zorê, şêx Nasir El-Tiramî û rûspiyekî êlên Igêdat di encama êrîşa îro de birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.
Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.
Beriya wê jî gelek rûspî û şêxên êlên herêmê rastî êrişên çekdarî û bûyerên qetilkirinê bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û tirsandina şêniyan, hatibûn.