BEHDÎNAN – Gerîla TV dîmenê çalakiya Hêzên Parastina Esmanî ya Şehîd Delal a 29’ê Cotmehê li Girê Biyê ya Bêgova li dijî artêşa Tirk lidar xistibû parve kir.
HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû: “Hêzên me yên Parastina Ezmanî ya Şehîd Delal Amed di çerçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye’ de, di 29’ê Cotmehê saet 20:25’an de baregeha artêşa dewleta Tirk a dagirker a Girê Biyê ya girêdayî navçeya Zaxo-Bêgova bombebaran kirin. Di vê çalakiyê de hedefên ku hatibûn diyarkirin bi serkeftî hatin lêdan û dagirkerên tê de hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Skenderûnê hatiye lidarxistin.”