PDK li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bi lawazkirina hêzên Kurd ve mijûle. Her roj bi senaryoyekê û hîncetek cuda hewl dide ku şer Kurd bi Kurd destpê bike ku ev jî tenê berjewendiyên dijminê gelê Kurd e. Di vê çarçoveyê de çend mehên borî, hewl dan navê PKK’ê û Kurdên welatparêz bi awayek sûcên nerast û nerawa nîşan bidin. Bi vê tenê nerawestiya, ji bo karê dewleta Tirk a dagirker hêsan bikin, di meha borî de, li gel hikûmeta Bexda ji bo vegera hêzê peymanek îmze kir. Di demekî ku Şengal bi xwe xwedî hêza parastina xwe ya cewherî ye ku hemû xelkê Şengalê ne û bêyî cudahiya pêkhateyan û bîrûbawerî di nava vê hêzê de cihê xwe girtine. PDK bi vê lihevkirinê dixwazin amancên dewleta Tirk pêk bîne.
Piştî lihevkirina li ser Şengalê, PDK bi fermana dewleta Tirk a dagirker çend baregehên leşkerî û sîxûrî birîne herêmên gerîla yên weke Zînî Wertê û çiyayê Gare. Dixwaze bi vî karî careke din bi şerê navxweyî Kurd bi Kurd bide kuştin. Rûpelek reş li dîroka gelê me zêde bide.
Em ê bi tundî li dijî plana PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker rawestîn. Em li vir radigihînin ku li hemberî her hêza ku bibe sedema derketina şerê Kurd bi Kurd bêdeng nabîn. Em ê li hemberî hemû binpêkirinên li dijî berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê rawestîn.”