HELEB – Konferans li hola “Aster Like” ya taxa Şiqêf bi beşdarbûna nûnerên meclis û komînan, Hêzên Asayîşê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hate lidarxistin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre axaftin ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêlîn Yekta û fermandarê YPG’ê Şervan Efrîn ve hatin kirin. Di axaftinan de lidarxistina konferansê li ciwan û cangoriyên azadiyê û malbatên wan hate pîrozkirin û rola ciwanan a pêşxistina şoreşê û avakirina welateke demokratîk hate destnîşankirin.
Piştre sînivîzyoneke li ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, sûcên dewleta Tirk a dagireker, her wiha xebatên salekê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê –Helebê hate pêşandan.
Endama rêveber a tevgerê Jînda Dilsoz rapora xebatên du salan ên tevgerê xwend û li ser raporê beşdaran nirxandinên xwe parve kirin. Endama tevgerê Hêva Hebeş jî rêziknameya tevgerê, biryar û plansaziya xebatên bê nexwend û li gorî nîqaşan hin guhertin di rêzikanmeyê de hatin kirin û hate erêkirin.
Ji biryarên ku hatine girtin, “Bingeha parastina xweser were xurtirin, li hemberî şerê taybet ku li dijî ciwanan tê meşandin, têkoşîn were kirin, akademiyên taybet ên ciwanan li Helebê werin vekirin.
Di dawiyê de 11 endamên Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê –Helebê hatin hilbijartin û Mîdiya Mistefa û Omer Mele jî wekî rêveberên meclisê hatin hilbijartin.