DÊRIK – Xwendekarên Zanîngeha Rojava ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê a Cîhanî çalakiyeke li darxistin. Xwendekarên Zanîngehê derketin Piknîkê û li wir helwesta xwe li hember êrîşên ku li ser Zimanê dayikê tên dan nîşandan.
Di derbarê çalakiyê de Xwendekaran nerînên xwe ji Ajansa me re anîn ziman.
Xwendekara Zanîngeha Rojava Dilşan Cafo nerînên xwe ji me re parvekir û wiha got; Ez beşa wêjeya Kurdî dixwînim îro çalakiyeke hate li darxistin em jî wek Ciwan tevlî vê çalakiyê bû. Di hundir vê çalakiyê de bernameyek hat li darxist Stran, Govend, Helbest û hwd..
Em bi hev re kom bûne ji bo xwe birêxistin bikin wek tevgera Ciwana ji bo vê ve çalakî hate li darxistin û ji bo êrîşên ku li ser ziman tê kirin em şermezardikin. Ji ber ku Ziman hebûna mirove û her netewek bi Zimanê tê naskirin, em jî wek Gelê Kurd bi Zimanê xwe û Hebûna xwe tên naskirin.
Ciwan Mustefa Xwendekarê Zanîngeha Rojava yê Beşa Zimanê Kurdî: Ev êrîşên ku li ser Zimanê Kurdî çêdibin, yanî wek gotibû meteryala Jineolojî û Çand û Exlaq tê redkirin, em wek xwendekarên Zanîngeha Rojava vî tiştî şermezardikin ji ber ku ev her du meteryal û Zimanê Kurdî bi giştî bingeha Şoreşa meye. Li ser vê bingehê heya ku ji me tê em dev ji zimanê xwe bernadin û em vê tiştê qet qebûl nakin.
Xwendekara Zanîngeha Rojava ya beşa Wêjeya Kurdî Bêrîtan; Em wek xwendekar derketin me çalakiyek çêkiriye, ji bo êrîşkirina ser ziman. Ji ber ku Ziman nasnameya Gelan e, tu gel nikare bê ziman jiyan bikê ji bo gel rêgezek esasiye. Em jî wek xwendekar li dijî ev tiştê ser ziman tê meşandin em şermezardikin.
Endama Tevgera Xwendekara a herêma Cizîrê Rêgez Hemo; Armanca me ji vê çalakiyê ku em bidin xweyanîkirin ku va hêza xwendekara heye bi taybet piştî van biryarên ku ketine rojevê ku rakirina zimanê Kurdî yan jî astengiya ku li hember perwerdahiyên ku bi zimanê dayikê tên dayin bi taybet zimanê Kurdî. Her wiha rakirina mertalên Jineolojî ji dibistana li ser vê esasê em jî wek Xwendekar me helwesta xwe da nîşandan û em dibêjin Na ji rakirina Ziman re, Na ji perçekirina mirovan re.