AMED – Ji 5 kesên di 19’ê Cotmehê de, di çarçoveya lêgerîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn destgîrkirin 4 kes hatin girtin. Leşkeran di serdegirtina malan de, A.Y., Î.A., M.K., V.S. û O.S., bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” di demên cuda de destgîrkiribûn. A.Y., Î.A., M.K. û O.S., piştî li qereqolê îfade dan, duh sewqî edliyê hatin kirin. Her 4 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. V.S. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.