KOBANÊ – Li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker Ciwanên Kobanê Perwerdeyên Xweparastinê dane dest pêkirin, da ku ciwan li hember her êrîşên ku li ser wan tên meşandin Xwebiparêzin û Civaka xwe jî biparêzin.
Derbarê perwerdeya xweparastinê Ciwanên Kobanê nerînên xwe ji Nûçegihanê me re Can Elewî dan.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Kobanê Dawud wiha dest bi axaftina xwe kir û got; “ Perwerdeya me di her alî de xweşe. Gerek destpêkê em xwe perwerde bikin di aliyê Fikrî, leşkerî û hwd.. da ku em karibin bersiva dijminê xwe bidin bi her awayi. Gerek em dagirkerî ser gelê xwe qebûl nekin û gelê xwe bi rêxistinbikin.
Hogir Kobanê pêwîste her kes were tevlî perwerda bibe da ku xwe nasbike. Em her tim amadene li hember êrîşên dijminê dagirker.
Serdar Kobanê jî got; “Divê her Ciwan cihê xwe di nav perwerda de bigre da ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekine. Yek riya Serkeftinê heye ew jî Şerê Gelê Şoreşgeriyê, kî çidike pêwîste xwe ji bo şer amade bike.