KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Kobanê ji amadekariyê 2’emîn Konferasa xwe Civînek li darxist. Civîn bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin, pişt re ji amadekariyê Konferansê nîqaş hate kirin. Piştî Civînê Ciwanan daxuyaniyek ji bangewaziya Konferansê dan.
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bajarê Kobanê wiha ye;
“Ji ber ku ser Rojavayê dagirkerî heye, dagirkeriya dewleta tirk li her derê êrîş dike û tecrîd ser Rêberê Gelan heye ji ber vê yekê gerek bersiva herî xurt Ciwan bidin, ji ber vê yekê jî em wek Meclisa Ciwanên Firatê me Civîn li darxist. Ev civîna me jî ji bo amadekariyê Konferansê me li darxist, Konferans bi navê Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye, Em ê Teqez Serbikevin’ wê were li darxistin.
Konferans di 2’ê Mijdarê de li Navenda Çand û Huner a Baqî Xidu ya bajarê Kobanê were lidarxistin. Konferans li ser asta herêma Firatê ye”.
Di heman demê de derbarê amadekariyê Konferansê Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Herêma Firatê Hemûdê Kobanê nerînên xwe ji ajansa me re parvekir û got;
‘Kar û xebatê Ciwanan bi salane tê meşandin, ji bo ku ev xebat diha xurtir bibe, pêwîstî hate dîtin ku Konferanseke 2’emîn were çêkirin. Konferans dibin slogana ‘Dem Dema Azadiyê ye, Em ê Teqez Serbikevin’ pêk were. Di 2’ê Mijdarê de wê were li darxistin. Di saat 10’an de li Navenda Çand û Huner a Bajarê Kobanê were destpêkirin. Amadekariyên konferansê didoomin heya niha. Ciwanên ku wê werin tevlî Konferansê bibin ji Eyn Îsa, Kampa Girê Spî, Sirîn û hwd..
Banga me ji bo hemû Ciwanan heye ku ew jî werin cihê xwe di Konferansê de bigrin. Da ku em bi yek hêzê dagirkeriya dewleta tirk têk bibin û Em ê Teqez Serbikevin.