ROJAVA – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku hin kesên di nava hêzên QSD û Asayîşê de cih digirin û wezîfeyên xwe ji bo berjewendiyên şexsî bi kar dianîn, ji aliyê Komîteya Şopandinê ve hatin tespîtkirin û girtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hin kesên di nava hêzên QSD û Asayîşê de cih digirtin, wezîfeya xwe ji bo berjewendiyên şexsî bi kar dianîn ji aliyê komîteya me ya şopandinê ve hatin tespîtkirin û girtin.”