KOBANÊ – Roja Cîhanî a Kobanê, di vê rojê de li seranserî Cîhanê bi pêşengtiya Ciwanan gel rabûn ser piyan û bi slogana ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ qîrkirin, heya niha jî li seranserî cîhanê ev roj bi berxwedanê tê bibîranîn.
Çima Roja Kobanê a Cîhanî hatiye gotin derbarê vê pirsê de Welatiyê Kobanê bersiv dan Nûçegihanê me Can Elewî.
Welatiyê bi navê Dirêyi Osman ji bo roja Kobanê a cîhanî nerînên xwe ji ajansa me re parvekir û got; “ Em Spasiya hemû gelê ku piştgiriya me dike, gel bi giştî bi êşa me hisiya heta ku ev roj kirin roja Kobanê a cîhanî, hovîtiya çeteyên DAIŞ heya niha şopên wê li bajar hene, bi xwîna Ciwanan ev bajar ji wê hovîtiyê hate rizgarkirin û em Serketin jî heya ku cîhan bi me hisiya.
Dewleta Tirk dewleteke bê wijdane, tirk bi navê islametî bang dikê, lê di rastiyê de vane xwînmijê mirovahiyê ne. Kurd li kuderê dibin bila bibin divê xwedî li mafê xwe derkevin”.
Her wiha Ciwanê bi navê Bekir jî got; “ Ev roj ji bo me rojeke pîroze, ji ber ku ewqas berxwedanî bi saya Ciwanan hatiye kirin di warê berxwedanê de Kobanê. Bajarê Kobanê bi navê berxwedanî tê naskirin. Çawa me çeteyên Dewleta tirk DAIŞ têk bir, em ê dewleta tirk jî têk bibin.