NAVENDA NÛÇEYAN – Leşkerên Tirk ên dagirker li ser sînorê di navbera Gundê Bilindbasan ê Bajaroka Bajirgê ya Geverê û Gundê Koranê yê Urmiyeyê li ser kolberan gule reşandin. Di encama êrîşa leşkerên Tirk de kolberek jiyana xwe ji dest da û kolberek birîndar bû.
Kolber Misleh Kasimî (23) jiyana xwe ji dest da, Mislim Kasimî (22) birîndar bû. Li nexweşxaneya Mislim Qasimî jî tedawî dibe.
Xizmê kolberan Kemal Alizade, diyar kir ku bûyer duh saet di 04.00’ê sibê de pêk hatiye û leşkeran li ser sînor kolber dane ber guleyan.