HEFTANÎN
Ev der çiyayên Kurdistanê yên azad in.
Ev der ew war e ku qirêjî, her tiştên sîstemê û koletiya di bin navê bedewiyê de hatiye afirandin red dike. Ev der warê rêwiyên azadiyê ne. Ev der warê wan mirovan e ku ji bo jiyana azad, ji bo hilmeke azad, bi navê Kurdîtiyê nirxên mirovahiyê hînê diparêzin, şer dikin û dixwazin wê şerbeta bi jehr a zaliman verişin.
Berê vê rêyê li rûmetê ye, li şerefê ye, li qedir û qîmetê ye, li îmana azadiyê ye. Berê xwe li rewşa destpêkê ya eşqê ye, li pîrozmendiya destpêkê ya hezkirinê ye, li nêzîkatiya piştrast a bi dostaniyê ye, li nirxên destpêkê yên hevaltiyê ye. Ev der PKK ye; warê wan şervanan e ku ji bo Kurdistana bedew bênavber şer dikin. PKK ew rê ye ku jin li xwe vegeriya, xwe di nav de dît, di wê ‘kêliya’ ku her tişt winda kir ji nû ve her tişt bi dest xist. Ev rê bi êşên giran dagirtiye, jê re wêrekiyeke mezin divê. Ev rê PKK ye ku jin û xort ên ciwan xwe di oxira wê de feda kirine. PKK cihê wan dil û mêjiyên ciwan e ku tirs kuştine. Ji bo şervanên vî şerî hêvî û baweriyeke qewîn û mezin lazim e…
Ji bo wan, eger jiyan ne bi rûmet û ne bi exlaq be hingî nepêwîste temendirêj be. Û ji bo jiyaneke temendirêj dua nakin. Her ku ew têdigihêjin ku di rêya rast de ne, bêhtir ji vê rêyê hez dikin. Keda bi sedan lehengên bênav heye di vê rêyê de. Jin ên ciwan ew hêz in ku dilsozên bîranîna afirînerên nirxan e. Jin ên ciwan ew mirov in ku sîstem dema qala wan dike dibêje, ‘me nekarî bi wan, nekarî terbiye bikin, nekarî li malê asê bikin, nekarîn bînin ser rêya xwe’. Ew hêz in ku dilsozên herî xurt ên PKK’ê ne û tirsa herî mezin a dilê vê sîstemê ne.
YJA Star artêşa yekîneyên Star ên fedayî yên azad e ku jin ên ciwan pêşengiyê jê re dikin, dikin ku mezin bibin û bi pêş ve biçin. Artêşa Tirk a dagirker ji bo tepisandina berxwedanê heta niha serî li her rê û rêbazê da. Lê belê berxwedan nehate tepisandin, îrade nehate têkbirin, daxwaza têkoşînê mezintir bû. Ji ber ku di bingeha xwe de hêza herî xurt a enerjiyê, hêza jin ên ciwan heye. Bi Cenga Heftanînê re ev enerjî zêdetir bû û kir ku dagirker xwînê verşin.
Li Cenga Heftanînê îradeya xurt û daxwaza şer a Warşîn, şerê Zeryan ku bi tena serê xwe li dijî artêşekê têkoşiya, îrade û afirîneriya bêdawî ya Mizgîn, fedakariya Sorxwîn, kesayeta şervan a Viyan ku bi biryardarî xwedî li hevrêyên xwe derdiket, rûkeniya Bêrîvan û şovalyetiya Zeynep a mîna Spartayiyan… û gelek jin ên leheng ên mîna wan… Bêguman ew ne yên destpêkê bûn. Wê nebin yên dawî jî, lê belê weke ‘azadiya kêliyê’, weke destana berxwedanê, sekneke fedayî ya bi sedan jinan afirî ku di dîroka gerîla de dîroka YJA Starê careke din nû kir û ev yek nîşan da, ‘Heta ku jin ên ciwan hebin, wê dagirker nikarin li ser vê xakê bêhnê bistînin, wê bêhn li wan bê çikandin’. Her ku ruhê jinê yê ciwan li xakê hate reşandin hingî berxwedan jî bêhtir bereket bû û Cenga Heftanînê belav bû. YJA Starê çalakî li ser çalakiyan kir, taktîk li ser taktîkan afirand, bi gelek çalakiyên xwe bal kişand ser xwe. Gerîlayên YJA Starê ku şûr, tiving û kulm bi enerjiya jin ên ciwan, bi hêrs û toldana jin ên ciwan xemilandin, ne tenê li Kurdistanê li gelek deverên Rojhilata Navîn pêşengî ji jinên têkoşîna jinan re kirin. Gerîla di oxira azadkirina jinê de, ku jin û welat di heman astê de dît, şer kir. Jin ên ciwan ên YJA Starê li Cenga Heftanînê ji bo her kesên bindest ên vî welatî şer kirin. Li dijî her leşker, her dagirker, her kontrayên li vî welatî dest avêtin jinan, li jinan dan, kuştin û destdirêjî li wan kirin, gerîlayên YJA Starê şer kirin. Di Cenga Heftanînê de tola salan tê hilanîn. Ji ber vê yekê dagirker herî zêde êrişê dibin ser qadên ku jin lê ne. Lewma bi giranî êrişî qadên Şeşdara, Ş. Berîvan, Xantûrê dikin. Berxwedana serketî ya jinan. Ji ber ku li Cenga Heftanînê ew jin hene ku zane ne, rêxistinbûyî ne û bawer dikin ku bi şer wê azad bibin.
Jinên ku ne kesekî kesî ne, ne tiştekî kesî ne, ew yên xwe ne, bi navê xwe hene, mîna darekê rehê xwe berdane nava xaka bi bereket. Ew jin in, bi rehm in, bi hest in, digirîn, dikenin, şer dikin, hez dikin, ne ji rêzê ne, li ber xwe didin, mîna eşqê, mîna êşê, hebûneyeke mîna hingiv e. Niha her kes baştir fêhm dike û herî zêde jî Cenga Heftanînê fêhm dikin; ew gotina ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan anî ziman: ‘Azadkirina jinekê rizgarkirina welatekî ye, azadkirina welatekî ye’. Jinek neteweyeke, çîneke, welateke.”
Eşqa şerê ji bo Rêberê xwe çavkaniya sûdwergirtinê ye ji bo gerîlayan. Ji ber ku ya jiyan kir diyarî têkoşîna wî bû. Herikîna jin ên ciwan ber bi çiyê ve rêya mezinkirina vê têkoşînê ye. Ev rê rêyeke ji bo hebûnê ye. Rêwiyên xwe tevlî karwanê nemiran bibe jî, nebin jî ev rê wê her tim hebe. Her tim heye.
LALEŞ RÊNAS