KOBANÊ – 2’emîn Konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Herêma Firatê li Navenda Bakî Xido ya Çand û Hunerê a Kobanê, di saet 11:00 an de, bi duruşmeya “Em ê Teqez Serbikevin” destpêkir.
300 delege ji Herêma Firatê cihê xwe di Konferans de girtin. Bi deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşa Azadiya Kurdistanê destpêkir.
Bernameya Konferansê bi vê rengî wê were pêk anîn;
Axaftina Vekirinê, Axaftina Malbatê Şehîdan, Sînevizyon derbarê Xebatê Ciwanên Firatê, Rapora xebatê salekê, Nirxandina rewşa rêxistinî, Plansazî û Hilbijartina Meclisa nû).
Piştî dîwana konferansê hate hilbijartin, Endamê Rêveberiya Ciwanên Şoreşger Mawa Tolhildan axaftina vekirinê kir û got; ” Em vê Konferansê ji Rêber Apo, Şehîdên Şoreşê, ji Heqî Qarar heta Egîd Civyanan û tevahî Ciwanan re pîrozdikin. Em di salvegera roja Cîhaniya Kobanê û Cenga Rojava de Konferansa xwe lidar dixin û di rewşekî ku li Rojhilata Navîn û taybet Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê pir dijwarin û taybet bi girankirina tecrîdê re dixwazin dengê azadiyê bitepsinîn, li hember va li Heftanînê berxwedaneke bê hempa tê kirin û derbên dîrokî li dagirkeriyê tê xistin”.
Her wiha balkişand ser lîstokên hevkariya KDP-AKP-MHP û got; “li hember îxanetê û hewildanên derxistina Şerê Kurd bi Kurd, em ê weke Ciwanên Şoreşger bê navber di nava têkoşînê de bin. Li hember tevahî êrîşên qirker û dagirkeriya xwînmij, tenê çareserî ew e ku emê hertim û bê navber şer bikin. Me derbeyên pir mezin li dijmin da û bi hemleya Dem dema azadiyê re emê derbên dawî li dijmin bixin û Em ê teqez serbikevin”.
Wekî tê zanîn di salvegera roja cîhaniya berxwedana Cenga Rojava de û Piştî Konferansên herêmên Cizîre û Helebê Ciwanên Şoreşger di asta Herêma Firatê de Konferansa xwe ya dûyemîn li dardixin.