NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameya Serxwebûnê ku mehane tê weşandin, di hejmara xwe ya dawî de cih dide bûyerên dawî yên siyasî, salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê ku 12’ê Îlonê dest pê kir.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe de rewşa dawî ya siyasî dinirxîne û diyar dike ku polîtîkayên dewleta Tirk hemû li ser dijminatiya li Kurdan tên meşandin, li dijî vê yekê jî têkoşîneke dîrokî tê meşandin. Bayik tîne ziman ku ji ber polîtîkayên mêtingeriyê, li nava cîhana Ereb û li Ewropayê eniya li dijî Tirkiyeyê berfihre dibe û di heman demê de lihevkirina PDK-Iraqê ya li ser Şengalê dinirxîne.
Cemal Amed jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Rêbaza têkbirina komployê rêbaza fedayîtiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ e” têkoşîna 22 salan a li dijî komploya navneteweyî dinirxîne.
Di nivîsa bi navê Koordînasyona KJK’ê hatiye nivîsandin de pêngava ‘Li dijî Qirkirina Jinê Dem Dema Parastina Civakî û Jinên Azad e’ ya KJK’ê tê nirxandin. Koordînasyona KJK’ê li dijî polîtîkayên qirkirina jinê û qirkirinê işaret bi girîngiya xweparastinê dike.
Di hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê de hevpeyvîn bi endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan re hatiye kirin. Kalkan bingeha dîrokî ya rastiya dewleta Tirk bi berfirehî analîz dike û destnîşan dike ku rêveberiya AKP-MHP’ê dixwaze veguhereke dewleteke faşîst. Kalkan balê dikişîne ser girîngiya rê û rêbazên têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê.
Endama Meclîsa PAJK’ê Hêlîn Umît jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Pêngava dema azadiyê û wezîfeyên me” destnîşan dike ku têkoşîna hevpar wê faşîzmê têk bibe.
Rojnameyê her wiha analîza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 10’ê Çileya 1994’an a bi sernavê “Pirsgirêka we ne xwendina me ye, pirsgirêk fêhmkirin û pêkanîn e” di hejmara nû de berhev kir.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Em bi xwe û pirsgirêkên me yên avakirina jiyana azad” rastiya Rêbertiyê ya li nava PKK’ê û pirsgirêkên kadrobûyînê dinirxîne.
Rojnameyê li wêneyê bergê yê dawiyê cih dide helbesta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Qada Botanê Egîd Civyan (Vahdettîn Kaya) ku 11’ê Îlonê li qada Masîro ya Wan-Şaxê şehîd bû.
Nivîsên rojnameya Serxwebûnê li malpera serxwebun.org dikarin bê peydakirin.