BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
‘LI XANTÛRÊ 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN, YEK JÊ FERMANDAR BÛ’
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 1’ê Mijdarê saet di 11:00 de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin.
Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê civiyabûn çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermanê li gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin.
‘HEVRÊYA ME ŞÎLAN POLAT LI SER ERKA XWE YE; BI ŞERÊ PSÎKOLOJÎK NEXAPIN’
Dewleta Tirk a faşîst ku sûd ji mirovahiyê negirtiye û bi her rêbazên bêexlaq radibe, ji bo malbatên me yên hêja yên welatparêz biêşîne, perîşan bike û îradeya wan bişikîne, bi derewan dibêje ku zarokên wan şehîd bûne. Di vê çarçoveyê de beriya niha bi demekê ji malbata hevrêya me Şîlan Polat a Colemêrgî re ragihandin ku keça wan şehîd bûye. Lê belê ev îdîaya dewleta Tirk a mêtinger rast nîne. Hevrêya me Şîlan Polat sax e û li ser wezîfeya xwe ye.
Em bang li malbatên xwe yên welatparêz dikin ku hay ji nûçeyên şerê psîkolojîk ê dijmin û derewên wan hebe û pê nexapin.”