KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê bi diruşmeya “Em ê teqez bi ser kevin” konferansa xwe ya duyemîn li navenda çand û hunerê ya Baqî Xido li dar xist.
300 delegeyên tevgerê ji navçeyên Eyn Îsa Sirîn, Girê Spî, Kobanê, mêvan ji Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê beşdarî konferansê bûn.
Hola konferansê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û pankartên bi diruşmeyên “Em ê teqez bi ser kevin” hatibû xemilandin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê – Minbicê Mawa Tolhildan ve hate kirin. Tolhildan konferans li rêber Abdullah Ocalan û malbatên şehîda pîroz kir û got: “Di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de bi ferzkirina tecrîdê şerekî giran li dijî gelên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji ber vê divê ciwanên me li hemberî vê şerî li ber xwe bidin.”
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî jî axivî û got: “Ciwan bingeha civakê ne, bi ciwanan şoreş dest pê kir û bi ciwanan wê şoreş bi ser keve.”
Balî destnîşan kir ku di şerê li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarê Kobanê de berxwedaneke mezin hate meşandin, ciwanan bi qehremanî parastin kirin. Balî bang li ciwanan kir ku xeta têkoşînê bişopînin.
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xunax Xelîl jî got: “Bi rihê berxwedana Kobanê em ê ciwanan bi rêxistin bikin, em ê projeya neteweya demokratîk a ku dewleta Tirk hewl dide li Rojava têk bibe xurt bikin. Dewleta Tirk bi rêya şerê taybet êrişî ciwanan dike, lê bi îradeya xwe em ê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin û asta têkoşînê bilind bikin heta serkeftinê pêk bînin û rêber Abdullah Ocalan azad bikin.”
Piştî axaftinan, sînivîzyoneke li ser perspektîvên rêber Abdulalh Ocalan ên derbarê ciwanan de hate pêşandan û rapora xebatên ciwanan û rewşa rêxistinî û siyasî hate xwendin.
Piştre, 12 endamên Meclisa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê hatin hilbijartin ku di nava komîteyên Parastin, Çand û Huner, Werzîş, Aborî, Perwerde, Têkiliyên Doplomasî, Siyasî, rêveberên kantonan, rêveberên herêmê, rêveberên xetan û Yekitiya Jinên Ciwan de cih digirin.
Konferans bi biryaran bi dawî bû, ji wan rêxistinkirina ciwanan û rabûna li hemberî şerê taybet.