NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) binpêkirina mafan a têkilî jinan aşkere kir.
Di raporê de hate diyarkirin Cotmehê 21 jin hatine kuştin, 8 jê bi rengekî gumanjêbirî hatine kuştin. Di raporê de hate gotin ji 21 jinan sedema mirina 12’an jê nehatiye dyiarkirin, 9 jê ji bo ku xwestine ku ji hevserê xwe veqetin, nexwestin ku bizewicin, nexwestine ku têkiliyê deynin hatine kuştin.
Di raporê her wiha hate gotin heta ku neyê tespîtkirin bê ka jin ji hêla kê ve, bi çi sedemê hatine kuştin û bi rengekî dadmend neyên darizandin, cezayên ku wan ji çavtirsandî bikin nedin gumanjêbir, bersûc û kujeran û tevdîrên pêşîlêgir neyên standin tundiya li ser jinê wê bidome.