KOBANÊ – Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji milê Siyasî û leşkerî de êrîş ser tê kirin, hem di milê aborî de jî di nava van êrîşan de ye. Li hemberî vî êrîşê Berxwedaniyekî pir mezin tê kirin, mînaka vê berxwedanê ev Kopratîfa Ciwana ye, Ciwan li bexçe kar dikin û berhemê bexçe li gel belavdikin.
Di derbarê Kopratîfê de Ciwanan nerînên xwe ji Nûçegihanê me Can Elewî re anîn ziman.
Jina Ciwan a bi navê Dicle Hesen wiha dest bia xaftina xwe kir û got; “ Va proja fikra jinên ciwan bû, ev projeya Çandiniyê me da destpêkirin da ku em bibin alîkar ji gelê xwe re û Koçberên ku li Kobanê dimînin. Niha jî bi dawî bûye îsot çêbûne ji bo ava bacan dibe, ji bo tirşo dibe”.
Her wiha Yesmîn Kenan jî nerên xwe ji me re parvekirin; “ Ev proje ji bo me pir girînge, ev proje me çêkiriye bi saya Jinên Ciwan ji bo alîkariya Civakê. Ji ber ku di van demê dawî de aboriya civakê kêm bûye, ji bo vê yekê me projeyeke bi vî rengî da destpêkirin.