QAMİŞLO – Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava ‘Em Dibêjin Na’ de li cem Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo çalakiyeke bê deng pêk anîn. Di çalakiyê de bal li ser Zewaca temenê biçûk hate kişandin û di heman demê de Ankêt jî hatin amadekirin.
Di çalakiyê de Pankartê bi nivîsa “Bi Tekoşîna Jinên Ciwan Zihniyeta Cinsiyetperestî wê Têk biçe” hatibû hildan.