NAVENDA NÛÇEYAN – Rojek piştî hêzên Gulan ku girêdayî Mensur Barzanî ye çûn herêma Garê, gelek makîneyên kar û hêza eskerî xwe li Rewanduzê a girêdayî herêma Soran e bicih kirin.
25’ê Cotmehê piştî hêzên eskerî çûn herêma Garê, li bajarokên Balpiştiyan û Gerewan yê Rewanduzê ku girêdayî herêma Sorane û dikeve nava qadek berfireh a navbera Çiyayên Karox heta Garê, bi armanca çêkirina riyên nû gelek makîneyên kar û hêzên eskerî li wir bicih bûn.
Hêzên PDK’ê ji bo hatin û çûyinên navbera Karox-Behdînan asteng bikin, di hema Nîsanê de xwe li qada Zinê Wertê bicih kiribû. Tê gotin ku Rewanduz jî bi armanca astengkirina hatin û çûyînên navbera Karox û Garê ji aliyê wan hêzan tên bikar anîn û riyên nû ji bo vê armancê tên çêkirin.
Zinê Wertê, Ranya û Rewanduz ji hev qut bibûn
PDK di meha Nîsanê de dema li Zinê Wertê bicih bibû, navçeya Ranya û Rewanduz ji hev qut bibûn, bi vî awayî qadên tevgerandina hêzên Gerîla wek zozanên Sêwek, Zin, Bêrîş û Karox ji bo MÎT’ê bibû qadên ku tê de cirîda diavêt. Bi vê armanca dikirin ku Qendilê dorpêç bikin.
Riyên li Rewanduzê tên ava kirin, ji bo dorpêçkirina Karoxê ye
Li gorî îddayên ku wê li Balpiştiyan riyên nû bên çekirin, çiyayên Karox ku navbera Zinê Wertê û Rewanduz dimine, dikeve nava dorpêçê. Çiyayê Karox, Garê û Qendil ku wek noxteyên derbasbûnê ji bo hêzên Gerîla tên zanîn, bi wan derketinên PDK’ê ji hev qut dibin. Bi vî awayî PDK’ê ji bo êrîşên dewleta tirk a dagirker cepheya piştî digre û piştgiriya wê dike.
PDK’ê beriya niha jî dema dewleta tirk a dagirker êrîş bir ser Xakurkê, Sîdekan, Heftanîn û gelek qadên din, piştgiriya wê dikir, bi dayîna agahiyên îstîxbaratî û meşandina xebatên eskerî bingeha êrîşan ava dikir. Ev kîryarên PDK’ê ji aliyên rêveberiyên PKK-KCK’ê hatibûn hişyarkirin, rêveberiyên PKK-KCK’ê bang PDK’ê kiribû ku gavên xwe şûnde bavêje.