BEHDÎNAN – Gelê Başûrê Kurdistanê pêvajoya şer a birêve diçe û helwesta PDK’ê a li hemberî gel nirxandin.
Gelê Başûrê Kurdistanê, rewşenbîrê wê, rojnamevanên wê bi mehane siyaseta ku PDK’ê dimeşine, nêzîkatiyên wê li hemberî gel, helwesta PDK’ê ji bo hêzên Gerîla dinirxînin, rexne û şîrove dikin.
Dîsa ji Başûrê Kurdistanê ji herêma Amediyê yek kes ji Gel, ku naxwaze navê wî bê eşkere kirin wan nirxandinan kir:
“Bi salane ev rewş wiha didome. Ji ber mûçeyên me tune, em hatine gundê xwe û bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikin. Gelek ciwan diçin, ji bîrçîbûna, ji tunebûne, ji ber derfetên xwendin nine, kesên bixwazin bixwnin cih ji wan re nayê dayin. Diçin Ewrûpa, li ser sinoran îşkenceyan dibînin û dîsa şûnde vedigerin. Niha bifikire tu berbazeke, pêwiste tu li liqa xwe xwedî derkeve. Ew dixwin, vedixwin û li gorî keyfa xwe tevdigerin. Ew dibêjin kî: Hikumeta Irakê mûçeyên me nadin. Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl girtine, yên din jî girtine û dîsa jî mûçeyên me nadin me. Ji destê me çi tê, em kesên xizanin. Niha li Ewrûpa gelek Banka hene, ew hemû hebûna xwe diçin ser wan bankeyan û gelê xwe bîrçî dihêlin. Wezîr di nava xwe de lihev nakin, em ê çawa lihev bikin?
Em ne bira ne? Em ne jî heman netewê ne? Ev Kurdê Başûre, ev Kurdê Bakure, wiha nabe jixwe, pêwiste ev bi dawî bibe. Ger ez binim ku zarokên min bîrçî ne an jî cîranê min bîrçî be, ev tişt guneh e. Ev yek wê kesên ku dibêjin “Serokê Min” çareser bikin. Di lingê yekî de pêlav tune, di lingê yek din jî pêlavek 100 dolarî heye, ev niha edalet e? Ger ew kesên dibêjin Serokê Min bibin yek wê demê ewê hal bibe. Ez tena serê xwe heta sibêhe bêjim jî tiştek jê dernakeve, lê li gundan, bajaran li hemû derê deng bilind bibe dibe ku çareser bibe. Ez ji necarî bûme pêşmerge, birastî jî ji necariyê ye. Lê dîsa jî tên malên me. Partî (PDK) dibêje kî YNK pêwiste nebe, YNK dibêje pêwiste PKK nebe, hevdû qebûl nakin. Ez sund dixwim ger gerîla û pêşmerge şer bikin, ez tevlî vî şerî nabim. Tu kes vî şerî naxwaze. Doh jî telefon kir gotin were, ez sund dixwim ger pêwiste bike ezê pêşmergetiyê berdim, dîsa jî ez tevlî şerê bîrakujiyê nabim!”
LALEŞ RÊNAS