NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan û zextên li girtîgehan çalakî lidar xistin.
Di daxuyaniya ji aliyê Înisiyatîfê ve hatî dayîn de gotin, “Ji bo azadiya Rêber Apo hîn zêdetir çalakî, hîn zêdetir berxwedanî pêwîste.”
Di daxuyaniya balkişandi li ser zext û êşkenceya li zîndan de, bertek nîşanî pêkanînên KDP’ê yên hevkariyê jî dan.
AGAHIYÊN LI SER ÇALAKIYAN
Agahiyên li ser çalakiyên Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê wiha ne:
“1’ê Mijdarê li navçeya Erenler a Sakaryayê, 5 wesayîtên faşîstan ên li rawestgeha wesayîtan ji aliyê yekineyên me ve hatine şewitandin û îmha kirin.
1’ê Mijdarê li navçeya Darica a Kocaeliyê depoyek a qûmaşan û 2 wesayîtên depoyê yên girêdayî AKP’iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatine şewitandin û îmha kirin.
2’ê Mijdarê li Çekmekoya Îstenbolê 4 wesayîtên girêdayî nîjadperestan ên li rawestgehên wesayîtan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin û îmha kirin.
3’ê Mijdarê lii Gungorena Stenbolê 2 wesayîtên girêdayî ciwanên AKP’iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin û îmha kirin.
4’ê Mijdarê li Silîvriya Stenbolê li ser rêya giştî restorantek a faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hate îmha kirin.”