DERSIM – Cenazeyê gerilaya TKP/ML TÎKKO’yê Fadîme Çakil (Rosa) a ku 6-9’ê Îlonê, di bombardûmana li navçeya Pûlur a Dêrsimê de şehîd bûyî, ji aliyê malbata wê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate girtin. Cenaze ber bi gundê Alhan a Mazgêrtê ve kete li ser rê.
Doh malbat ji aliyê polîsan ve bi gotina “pêwîste kes tevlî cenaze nebe” gef lê birîn, îro jî hemû rêyên diçin Mazgêrtê hatin girtin.
Dema ku cenezeyê gerîlaya TÎKKO’yê Fadîme Çakil ji aliyê malbatê ve dibin gundê Alhan a Mazgêrtê, piştî merasîma hatî kirin, li kêleka birayê wê gerîlayê TÎKKO’yê Zeynel Çakil (Haydar) ê ku di sala 2018’an de li Çiyayên Mercan şehîd bûyî spartin xakê.