BEHDÎNAN – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwe cihî hatine girtin, hêzên bi ser PDK’ê ve noqteyekî nû ya kontrolê li Gundê Tirwanêş ya girêdayî navçeya Kanî Masî avakirine. Li vê xala kontrolê û gire nêzî gondê Tirwanêş hêzên xwe kom kiriye û wesayîtên xwe yên zirxî jî li gel xwe anîne.
Dîsa li gorî aynî çavkaniyan li herêma Metîna ku di dema dawî de gelek liv û tevgera PDK li wir pêş dikeve gelek wesayîtên zirxî derbasî xalên wan ku di pêvajoya dawî de hatine girtin bûne. PDK li herêma Metîna hêzên xwe kom dike û di nav liv û tevgereke mezin de ye.
Di heman demê de di saet 23:30’an de sê helîkopter hatin baregeha dewleta Tirk a dagirker Kanî Masî ya Baroxê. Ji bejahî û hewayî ketina nav liv û tevgerê ya PDK û dewleta Tirk balkêş e û gelek pirsan bi xwe re tîne.