HELEBCE – Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer ragihandin ku wê ji ti aliyan re qebûl nekin bibin sedema şerê navxweyî û PDK dixwae gerek din a şer destpê bike.
Li Helebce Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer têkildarî aloziya rojên dawî de daxuyaniyek hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku PDK hevkarê MÎT’a Tirke û ti di berjewendiyên dewleta Tirk de be dike û wiha tê gotin; “Niha dewleta Tirk dixwaze bi riya PDK’ê gerek din li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Gelê Kurd şer bide destpê kirin. Bi fermana dewleta Tirk a dagirker çend baregehên leşkerî û sîxûriyê biye qadên gerîla, yên herî diyar Zînê Wertê û çiyayê Gareyê ye. Dixwaze bi vî karî careke din zarokên nîştiman di şerekî navxweyî de yê Kurd bi Kurd de bibe mirinê.”
Di daxuyaniyê de peyama Mesûd Barzanî tê rexne kirin û wiha tê destnîşan kirin; “Serokê PDK’ê qebûl dike baregeh û navendên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk a dagirker li nava xaka Başûrê Kurdistanê de hebin, lê qebûl nake hêzekî şoreşger a Kurd di nava xaka Başûrê Kurdistanê de be. Em ê bi tûndî li dijî van pîlanên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê rawestin. Li vir radigihînin li hemberî ti hêzên ku sedema şerê Kurd bi Kurd bin bêdeng nabîn.”