BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:
“Hêzên me di çarçoveya ‘Pêngava dem dema azadiyê ye’ çalakî kirin û agahiyên li ser çalakiyan wiha ne;
4’ê Mijdarê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li devera Deriyê Girana ya qada Govendê ya Herêma Avaşîn saet 06:25’an de ji du çalakî kirin. Baskê yekem ê çalakiyê 2 çeper kirin hedef û lêdan. Dagirkerên di her du çeperan de hatin cezakirin, çeper bi temamî hatin rûxandin.
Baskê duyemîn jî çeperên li derdor kirin hedef û lê dan. Di vê çalakiyê de gelek çeper hatin derbkirin.
Di vê çalakiyê de bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, gelek jî hatin birîndarkirin. 2 çeper bi temamî hatin rûxandin û çeperên din jî hatin derbkirin.
Heman rojê saet 09:30’î artêşa Tirk leşkerên xwe yên hatin cezakirin û birîndar bûne bi helîkopteran ji qadê rakirin, qada çalakiyê û gundê Hermûşê bombe kirin.
Hêzên me 6’ê Mijardarê saet 09:30’î dagirkerên ku ewlekariya rêya di navbera Boxaza Girana û Girê Xwedê yê girêdayî devera Govendê ya Herêma Avaşîn şopandin û xistin kontrolê. Piştî demeke kin dagirkerên xistibûn bin kontrolê ji nêz ve çalakî li dijî wan hate kirin. Li vir bi zelalî 7 dagirker hatin cezakirin.
Piştî çalakiyê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer li herêmê rûdaye. Di vê çalakiya bi dizî û bi xurtî li dijî dagirekeran hate kirin de hevrêya me Eylem a pêşengtiya vê dikir di şer de birîndar dibe. Hevrêya me ya birîndar Eylem ji qada çalakiyê tê dûrxistin, lê tevî hemû mudaxeleyan nayê rizgarkirin û şehîd dibe.
Nasnav: Eylem Dilxwaz Nav û Paşnav: Songul Mûtlû Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayikê-Bav: Salîha – Sekvan Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Govendê / 6’ê Mijdara 2020 |
Hevrêya me Eylem Dilxwaz ku li Nisêbînê ya Mêrdînê jidayik bûyî bi giyanê serhildanê ya Nisêbînê û bi çanda jinên berxwedêr a herêma Torê mezin bûye. Hîsên welatparêziyê ku ji zaroktiya xwe ve di dilê xwe de geş kirî bi hatina nav çiyayên azad ê Kurdistanê bi gerîlabûna PKK’ê berbiçav bûye. Di şexsê hevrêyê me Dilxwaz Kerboran de ku birayê wê bû û 2015’an di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Cizîrê de şehîd bûyî, her demê rastiya şehîdan a PKK’ê ji kûr ve jiyaye. Xeta azadiya jinê ya Rêber Apo di şexsê xwe de berbiçav kiriye û bûye jineke azad a Kurd û fermandareke zîrek a YJA Starê. Hevrêya me Eylem ku li Qadên Parastinê yên Medyayê li eyaletên cuda fermandarî kirî, hem xwe û hem jî derdora xwe tim perwrede kiriye, geş kiriye û kiriye ku bi pêş ve bibin, bi vê têkiliya hevrêtiyê derdora lê jî xurt kiriye. Bûye şervaneke req ku ji xeta azadiya jinê û pîvanên milîtaniya Apoyî qet nehatî xwarê. Di îdeolojî û rêxistiniyê de req, di hevrêtiyê de dilnimz, di şervaniyê de wêrek, di fermandarî û şêwaza lêdanê de bûye profesyonel û bi van xasetên xwe bûye hevrê û fermandareke ku çavê mirov tim lê digeriyan.
Em hevrêya xwe Eylem bi rêzdarî bi bîr tînin ku bi bi meşa biryardar û îdîa bi ser dijmin de çûyî, fermandariya çalakiyên serkeftî bûye. Di serî de malbata hêja ya şehîda me, em sersaxiyê didine gelê Kurdistanê yê welatparêz, em son dixwin ku bi giyanê çalakgeriya berz a hevrê Eylem têkoşînê geştir bikin.
ÊRÎŞÊN ESMANÎ YÊN ARTÊŞA TIRK
Êrîşên esmanî yên artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên medyayê jî bê navber dewam in, di vê çarçoveyê de;
4’ê Mijdarê saet 16:30’î balafirên şer devera Sîda ya Herêma Zapê bombe kir.
6’ê Mijdarê saet di navbera 16:00-16:30’î balafirên şer devera Sinînê ya Herêma Xakûrkê bombe kir.
Di van bomberdûmanan de tiştek bi herêyên me nehatine.”