ŞENGAL – Li gorî agahiyên ku ji Şengalê hatine wergirtin, êrîş di saet 18.30’an de pêk hatiye.
Hate diyarkirin ku li gundê Xelef ê bajaroka Barê wesayîta hêzên ‘Nasr El Mûbîn’ bûye hedef. Hate diyarkirin ku ji ber êrîşê birîndar hene.
Şêniyên Şengalê çûn qada êrîşê û dewleta Tirk şermezar kirin. di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê ev êrîş çavê gelê Şengalê netirsîne.
Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ê li hemberî hemû êrîşên hovane yên dewleta Tirk a faşist û qirker bisekînin û di têkoşînê de israr bikîn.”