CIZÎR – Li Cizîra Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de Guler Tûnç, Bêrîvan Kûtlû, Cîhan Olmez, Mesût Nart, Mesût Uçkaç, Reşît Çaglik, Sabrî Erdogmûş, Emîn Kalkan, Alî Taniş û Azîz Ûygûr di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin ku polîsan dema girtine ser malan, deriyê mala Tûnç û Kûtlû şikandine.
Hate diyarkirin ku hejmara kesên wê werin destgîrkirin dibe ku zêde bibe.
Derbarê Tûnç heta niha 9 lêpirsîn hate vekirin û herî dawîn jî ji ber ku çûbû ser gora tiyê xwe Mehmet Tûnç ê ku di ‘qedexeyên derketina derve’ de hatibû kuştin jî derbarê wê lêpirsîn hatibû destpêkirin.