SILÊMANÎ – Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Silêmaniyê li dijî dijminahî û siyaseta şerxwaz a PDK’ê û binçavkirina welatiyên kampa Mexmûrê çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin. Ciwanan xwestin çalakiya xwe bi kon vedanê bikin, lê ji aliyê asayîşa YNK’ê ve destûr nehat dayîn.
Piştî saetên nîvro li Silêmaniyê Komela Ciwanên Welatparêz û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dijminahî û siyaseta şer xwaz a PDK’ê, girtin û zextên PDK’ê yên li ser welatiyên Kampa Mexmûrê xwestin bi vedana kon çalakiyek lidarxin. Lê asayîşê destûr neda ciwan kon vedin.
Piştî astengiyê ciwanan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komela Ciwanên Welatparêz Daban Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Dewleta Tirk vê carê dixwaze bi rêya PDK’ê gelê Kurd bi destê Kurd tine bike. Komkujiyan li gelê Êzidî bike, PDK xizmeta dewleta Tirk dike, pêşmerge û wezaretan ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî bikartîne. Ambargo xistiye ser Kampa Mexmûrê û ciwanên kampê digre.”
Di daxuyaniyê de daxwaz ji hemû gelê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li dijî siyaseta PDK’ê bêdeng nebin û erkê xwe yê nîştimanî bicih bînin.
Piştî daxuyaniyê asayîşê dest bi ser konê çalakiyê de girt, tevî astengiyan jî ciwanan çalakiya xwe lidarxst. Bi gotina dirûşmeyan çalakî bi dawî hat.