NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibê ve baregeha xwe ya li hemberî gundê Çitliyê yê li rojavayê navçeya Dirbêsiyê, xurt dike.
Dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina noqteyên nû li ser sînor kiriye û 5 parçeyên ji dîwarê çîmento rakirin. Her wiha dewleta Tirk li derdora noqteyên xwe jî xendekan dikole.
Çavkaniyekî leşkerî li herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi şev gelek dewriyeyan pêk tîne.