NAVENDA NÛÇEYAN – Insîyatîfa Jinên Tîrêjê Rojê ragihand ku yekîneyên wan li gelek bajaran çalakî kirine û got, ”Werin em bi hev re li ber xwe bidin û pergala tecrîdê ya Imraliyê bişkînin, azadiya Rêber Apo bi cih bînin.”
Insîyatîvê derheqê çalakiyên ku yekîneyên wan kirine agahî par ve kir.
Li gorî daxuyaniya Insîyatîvê 6’ê Mijdarê li Kocaelî Gebzeyê nalbûreke ku malzemeyên înşaaetê difiroşe ya AKP’yîyekî hatiye şewitandin û zirareke mezin gihaştiye ser, eynî rojê li Tuzlu ya tenbolê jî dema ku ciwanên nîjatperest li avahiya ‘ulku ocakları’ civîn dikirin bi teqemeniyên bi destan çêkirî û fîşekên hewayî çalakî birine ser wan, 3 wesayitên li ber avahiyê hatine şewitandin.
Insîyatîvê ragihand ku yekîneyên wan 7’ê Mijdarê li Fatîhê ya Stenbolê jî 3 wesayitên lûks şewitandine û 8’ê Mijdarê li navçeya Ergene ya Tekîrdagê kargeheke faşîstên AKP’ê û 3 wesayitên vê kargehê hatine şewitandin.