NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ên Têkoşer wê pêşbirkek edebî bidin destpêkirin. Pêşbirka ku wê tenê jin beşdar bibin, divê heya 30’ê Mijdarê berhem ji bo komîteya amdekar werin şandin.
Li gorî daxuyaniyek Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Herêma Raperîn, wê pêşbirkek edebî ji bo jinên Binarê Qendîl, Qeladiz û Ranyayê were lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku kesên bixwazin tevlî pêşbirkê bibin, dikarin bi berhemên weke, çîrok, helbest û gotar tevlî bibin.
Kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin dikarin heya 30’ê Mijdara 2020’an berhemên xwe pêşkêşî komîteya amadekar bibin. Divê temenê jinên tevlî pêşbirkê bibin, di navbera 16 heya 28 salî debin.
Şertên tevlîbûna pêşbirkê;
Kesên tevlî bibin, divê bi berhemên xwere kurte jiyannameya xwe jî bişînin.
Pêwîste heya 30’ê Mijdara 2020’an berhem amade bin.
Tê payîn merasîma xelat dayînê di 1’ê Kanunan 2020’an di saet 10:00’an de li Raperîn were lidarxistin.
Hun dikarin bi navnîşanên xwarê berhemên xwe bişînin û peywendiyê çêkin:
email:[email protected]
facebook: ژنانی گەنجی تێکۆشەر
WhatsApp:07812449880
Telegram:07812449880