NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Zanîngeha Rojava beşa fakulteya Petrol û Petro Kîmya li ser rol û misyona Xwendekarên ku di nava Şoreşê de cih digrin de Semînerek pêk anîn.
Semîner ji aliyê Rêveberiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şoreş Ronahî ve hate dayin. Semîner li ser erk û berpirsiyariya xwendekaran di nava Şoreşê de hate dayin. Her wiha Xwendekaran li ser pirsgirêkên ku di nava civakê de jiyan dikin û çawa xwe birêxistin bikin nîqaşkirin. Di heman demê de Xwendekaran dan diyarkirin di nava Şoreşê de wê di pêşerojê de bi tekoşîneke xurtir wê rola xwe bilîzin.
Semîner bi Sloganên “Bimre Dagirkeriya tirk” bi dawî bû.