KOBANÊ – Akademiya Şehîd Fîras Efrîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger li herêma Firatê 2’emîn dewreya xwe ya bi navê “Dewreya Şehîd Egîd Civiyan” a ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li Girê belek “gundê Qilheydê” ya Kobanê hatibû vekirin. Îro bi şahiyekê hate bi dawî kirin.
Şahiya bi dawî kirinê bi amedebûna dehan ciwan û şênî bi deqeyekê rêzgirtin detpêkir. Pişt re torana leşkerî hat li darxistin û soza şopandina riya Şehîdan hat dayîn. Dewreyê 15 rojan dirêj kir û 12 Ciwan cihê xwe di vê perwerdeyê de girtin.
Piştî ku Ciwanan perwerd e bi dawî kir dê li kar û xebatên ciwanan werin ferzkirin. Di perwerdê de hem waneyên leşkerî û bîrdozî hebûn. Armanc jê ew bu ku Xweparastin, Xwenaskirin, Rê û Rêbaz , Çand û Axlaq û Naskirina Şerê Gelê Şoreşgerî û hwd.. nas bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê di demên pêş de her ciwanek di perwerdê re derbas bibe. Şahiya bi dawî kirina dewreyê bi gerandina govendê bi dawî bû.