NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya ji aliyê Milîsên Tolhildana Delal Amed a HBDH’ê dayîn de hate gotin, “Li Îzmîrê cihê kar ê Saît U. yê faşîst hatiye îmhakirin.”
Di daxuyaniyê de ev hate gotin:
“Şeva 11’ê Mijdarê li dijî atolyeya mobîlyaya 3 qatî ya kesayetê hevkar û alîgirê desthilata faşîstê bi navê Saît U. ku li Taxa Yunus Emre ya li navçeya Karabaglara Îzmîrê çalakiyek bi EYP û molotofan lidar xistin e. Di encama şewata ku piştî çalakiyê derketî de atolye bi giştî îmha bûye. Saît U. li beramberî alîgiriya desthilata faşîst bi aborî hatiye xelatkirin û kesetek bazirganiyê bi Wexfa Mehmetçîk a girêdayî TSK’ê re dike ye.
Çalakiya me di çarçoveya banga seferberiya şoreşgerî ya HBDH’ dayî destpêkirin a ‘Em ê faşîzmê birûxînin, Azadiyê bi dest bêxin’ de, li dijî faşîst û hevkarên faşîstan re çalakiya cezakirinê ye.”