BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, 2 gerîlayên di 17’ê Îlonê de şehîd bûbûn, bibîr anî.
HPG’ê ev got: “Hêzên me 17’ê Îlona 2020’ê li dijî hêzên dagirker ên li Girê Şehîd Bîlal yê Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn çalakiyeke bi bandor kirin. Hevrêyên me Berxwedan û Gaber ên bi şêwazê fedayî pêşengtî ji çalakiyê re kirin û derbên giran li dagirkeran da, bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn.
Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Berxwedan Kiçî Nav û Paşnav: Nûrullah Ekeren Cihê Jidayikbûnê: Şirnex Navê Dayikê-Bav: Gulsum – Fahrettîn Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê / 17’ê Îlona 2020 |
Nasnav: Gabar Qendîl Navû Paşnav: Merwan Valî Cihê Jidayikbûnê: Kobanê Navê Dayikê û Bav: Nayle – Adil Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Çelê / 17’ê Îlona 2020 |
Hevrê Berxwedan li herêmeke ku bi welatparêzî û berxwedaniya xwe tê nasîn hatiye dinê. Bi çanda qedîm a berxwedanê ya Botanê mezin bûye. Li dijî êrîşên faşîst ên mêtinger ên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd tê kirin, dizane yekane rêya têkoşîna li dijî vê kirin û gihiştina serketinê, mezinkirina berxwedana gerîla ye û sala 2015’an tevlî nava refên azadiyê dibe. Hevêr Berxwedan ê bi pratîk û sekna xwe çanda berxwedana Botanê dide nîşandan, her demê li dijî dijmin, bi zanabûna tolhildana mezin a ji dijmin, xwe ji nû ve avakiriye, gihandiye asta gerîlayê pispor. Di çalakiya dawî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker de, hevrê Berxwedan ketiye çeperên dijmin, derbên giran li dijmin daye, bi kesayetiya xwe ya milîtan a fedayî ya Apogeriyê bûye sembol.
Hevrêyê me Gabar jî li Kobanê ya ku bi berxwedana xwe li cîhanê destan nivîsandiye di nava malbatekî welatparêz de hatiye dinê. Zanabûna netewî û çanda berxwedanê bi felsefeya Apogeriyê re kiriye yek, gihiştiye wê yekê ku rizgariya gelê Kurd û azadiya wê bi têkoşînekî xurt mimkûne. Di wê çarçoveyê de sala 2017’an tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrê Gabar ê di mijara naskirin û têkoşîna li dijî dijmin de xwe pir kûr kiriye, di demekî kin de di pratîka gerîla de bûye xwedî ezmûn. Hevrê Gabar ê bi kelecanî û sekna xwe ya dilnizmî tê zanîn, ji bo tim di refên pêş de be, ketine nava hewldanên mezin û heta kêliya dawî ya jiyînê jî berxwedanekî bê eman kiriye û cihê xwe yê pîroz di nava fedayiyên Kurdistanê de kiriye.
Wê tim ruhê êrîşê yê hevrê Gabar û Berxwedan ji bo me di têkoşîna azadiyê de bibe çiraya ronîkirina rêya me ya serketinê. Li ser vî bingehî di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên birêz û hemû gelê welatparêz re dixwazin û soz didin ku wê hesreta wan di têkoşîna me de bijîn.”