NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE’yê ragihand ku di 13’ê Mijdarê de şervanê wan Ciwan Kefernaya, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê de, di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt şehadetê.
HRE’yê diyar kir ku Ciwan Kefernaya, li Şehbayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû, di têkoşîn û berxwedana dijî dagirkeriyê de heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh anî.
HRE’yê ragihand ku Ciwan Kefernaya bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan, bi azwerî û dilsoziyeke mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.
Li gorî daxuyaniya HRE’yê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Ciwan Kefernaya
Nav û Paşnav: Ehmed El-Etreş
Navê Dayikê: Fetum
Navê Bav: Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Şehba
Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê, 13 Mijdar 2020
HRE’yê di dawiya daxuyaniya xwe got: “Em di şexsê hevrê Ciwan de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”