STENBOL – Rêxistinên Ciwanan bi dirûşmeya ”Ji bo azadiy axwe em li dijî faşîzmê dimeşin” li avahiya navçeya Bagcilarê ya HDP’ê damezirandina Meclîsa Yekbûyî ya Ciwanan ragihandin. Di çalakiyê de ji çar aliyên Stenbolê ciwan hazir bûn. Her wiha parlamenterên HDP’ê, Hevberdevkên HDK’ê, Hevserokên Bajêr ên HDP’ê jî hazir bûn.
Di çalakiyê de pankarta, ”Ji bo azadiya xwe em li dijî faşîzmê dimeşin” hate vekirin û ji bo şehîdên şoreşê deqey rêz hate girtin.
Li ser navê rêxistinên ciwanan Volkan Atmaca axivî. Atmaca got, ”Divê em bi mîrateya berxwedanê têbikoşin, ewran bigihînin hev, çav berdan şewleya birûska ku vedide, bi ser serdestan de bibin tofan û ji bo ku sibehê bi enerjiya ciwanan bigihînin hev divê em dahatuyê bi gavên pêbawer ava bikin.”
Atmaca her wiha got ew ji bo ku wekhevî, azadî, dadmendî, têkoşînê û piştevaniyê hatine cem hev, ji bo ku birînên ku desthilatdaran bi hezaran salan vekirin bipêçin, li dijî yên ku dixwazin gelan li hev bikin dijmin bibêjin, ”rawestin”, hatine cem hev.
Hevberdevka HDK’ê Idîl Ugurlu jî axivî û got, ”Îro ji bo me rojeke girîng e, îro Seyîd Riza û hevrêyên xwe li Bazara Gênim a Xarpêtê hatine darvekirin. Hişmendiya TC’ê piştî ku Ermen, Sûryan, ên ne Misilman qetil kirin dor hate ser gelê qedîm ê van xakan, Kurdan. Her polîtîkaya ku ji dest hat bi kar anî, her amûr şixuland û niha jî didomîne.”
Ugurlu got, ”Gur nêçîra yê tenê dike” û diyar kir ew li ser geşkirina têkoşîna rêxistinî û yekbûyî rawestiya ne.
Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî got desthilat dixwaze ciwanên sernemr ava bike, li dijî zilam û zordarî, sîxûrkirinê, berxwedana şoreşger, sosyalîst, welatparêzan a li zindan, çiyan û bajaran bi bîr xist û got, ”Li dijî yên ku teslîmbûnê li me ferz dikin, ên ku dojehê li me ferz dikin me li Rojava bersiveke tazî da. Ên ku li bendê bûn ku Kobanê bikeve, Rojava teslîm bibe, dîtin ku têkoşîna yekbûyî çi tîne, çi ders dane wan, me li ber wan çok nedanî, em teslîm nebûn.”