NAVENDA NÛEYAN – Ciwan û çalakvanên Herêma Biradostê nerazîbûna xwe dijî siyaseta şexwaz a PDK’ê nîşan dan û diyarkirin divê PDK zanibe çekên ew kom dike wê ji aliyê dijmin ve ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê bikar bînin.
Nerazîbûna dijî siyaseta şerxwaz ya PDK’ê roj bi roj di nava xelkê Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Di vê çarçoveyê de çalakvan û ciwanên Herêma Biradostê dijî siyaseta şerxwaz daxuyaniyek nivîskî belavkirin.
Di daxuyaniyê tê gotin ku dijmin dixwaze PKK û PDK’ê bi hev bixe û ev jî gelek metirsîdare, ji bilî şehîdbûna ciwanên Kurd şer wê bi xwere malwêraniya xakê bîne. Hate gotin ku wê dijmin ji şer hêz bigre û bigihi armanca xwe.
Di dewama daxuyaniyê hate gotin; “PDK hêz û çekên giran ji welatên weke Tirkiyeyê kom dike. Divê em hemû bizanin ev çek wê bibin belaya her dû partiyan jî û wê di dagirkirina dijmin a ji bo xaka Başûr de jî werin bikaranîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê xelkê Biradost bang li berpirsên PDK û PKK’ê hate kirin daku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin û berê xwe nedin şer.
(nr)