SILÊMANÎ – Bi pêşengtiya Ciwanên Kurdistanî li Başûrê Kurdistanê ciwan bi slogana “Na ji bo şer, Erê ji Yekîtiya Netewî re” meşeke dirêj ber bi herêma Garê didin destpê kirin.
Meşa Dirêj wê roja Înê (20.11.2020) li bajarokê Teqteq destpê bike û heya herêma Garê berdewam bike.
Komîteya Amadekar daxuya kirin ku tevlêbûna vê meşê erkeke netewî û niştîmanî ye û bang li ciwanan kir ku ala Kurdistanê bilind bikin û helwesta xwe dijî şer nîşan bidin.
Meşa Dirêj wê roja înê yê di saet 12:00’an de li nava suka bajarokê Teqteqê destpê bike.