WAN – Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî bênavber dewam dikin. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê, jendermeyan serê sibehê bi ser gelek malan de girt û 10 kesan destgîr kirin. Sedema destgîrkirinê nehat hînbûn û hat ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin birine Fermandariya Jendermeyan a Bajar a Wanê.
Kesên hatine destgîrkirin û navê wan hatine hînbûn wiha ne: Tûran Sarigul, Mesût Erzengîn, Medenî Demîr, Kemal Dayi, Mehmet Akgun, Cîhan û Mahkûm Atdemîr, Medenî Demîr, Emrah ku paşnavê wî nehat hînbûn.