NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Berlîn a Elmanyayê dijîn, ji bo Mezlûm Dag û Abdurrahman Er ên bi îdîaya ku 17’ê Tîrmeha 2019’an li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê endamê MÎT’ê Osman Kose kuştine derbarê wan biryara darvekirinê hatiye girtin, kampanyayek hate destpêkirin.
Ciwanên ku ragihandin ji bo bidarvekirinê bidin sekinandin dest bi kampanyayê kirine, li ser înternetê bang kirin. Ciwanan bibîr xist ku darvekirin sûcê mirovahiyê ye, bal kişandin ku ji civakên cihê destekkirina vê kampanyayê wê pêşiya sûcê mirovahiyê bê girtin. Di bangên bi zimanên Îngîlîzî, Kurdî, Elmanî û Tirkî hatin kirin de, bang li her kesê kirin ku destek û tevlî vê kampanyaya li ser înternetê hatiye destpêkirin biin.
ÇI BÛBÛ?
17’ê Tîrmeha 2019’an li Hewlêr a Başûrê Kurdistanê erkdarê Sefaretxaneya Hewlêr a Tirk û endamê MÎT’ê Osman Kose hatibû kuştin. Piştî bûyerê Abdurrahman Er û Mezlûm Dag jî di nav de gelek kes hatibûn destgîrkirin. Er û Dag ên hatin girtin, 11’ê Sibata 2020’ê yên derxistin pêşberî dadgehê di encama darezîna dem kurt de ji aliyê Dadgeha Ceza ya 2’an a Hewlêrê ve biryara darvekirinê hate dayîn.
Piştre jî dosya ji bo dadgeha temîziyê hate şandin. 22’yê Îlona 2020’ê Dadgeha Temîziyê ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê biryara darvekirinê erê kir. Ji bo pêkanîna cezayê darvekirinê li benda erêkirina Serokê Herêma Kurdistanê heye. Niha Er û Dogan li girtîgeha Hewlêr tê ragirtin.